Bavê zanistiya robot û sîbernîteyê; El Cizîrî

El Cezerî (Ebû’l Îz îbnî Îsmaîl Îbnî Rezzaz El Cezerî) yekem endezyarê ku li ser zanista sîbernetîk xebat kiriye û wekî bavê zanista robotan tê zanîn. El Cezerî wekî ku ji navê wî jî xuya dike li Cizîrê ji dayik bûye û cizîrî ye.



El Cezerî demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî ve tesîreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê wî avêtiye.
El Cezerî di sala 1153’an de li taxa Tor a Cizîrê ji dayik bû û di sala 1233’an de dîsa li Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Navê wî esas bi kurtasî Îsmaîl e û perwerdehiya xwe ya fîzîk, sîbernetîk, robot û matrîksê li Camiayê kir. Gelek tiştên ku ji aliyê wî ve hatine dîtin îro hê jî tên bikaranîn. Her çiqas li gorî îdiayên rojavayiyan B.Z. di salên 300’î de ji aliyê Archytasê yewnanî ve kevoka ku bi buharê ve dixebite hatiye çêkirin jî lê li gorî belge û qeydan yekem xebatên robotîk ji aliyê El Cezerî ve pêk hatine.
El Cezerî xebatên xwe yên ku der barê sîbernetîk û robotan pêk anibû di pirtûka xwe ya bi navê ‘Pirtûka ku di muhendisiyê de ji feyde girtina tevgerên mekanîk’ (El Câmi-u’l Beyn’el Ilmî ve El-Amelî’en Nâfi fî Sınâ’ati’l Hiyel) berfirehî xebatên xwe vedibêje. Cezerî di pirtûkê ji bi kar anîna 50’î zêdetir amûran di vê pirtûkê de bi xêzan ve vedibêje. Cezerî dibêje hemû îlmên teknîk ger neyên pratîzekirin dê di navbera rastî û şaşiyê de bimîne. Her çiqas orîjînala vê pirtûkê heta roja îro nehatibe jî ji jê 15 kopiyên ve pirtûkê ji 10’ê wan li Ewropayê di muzeyên cuda de ne. Û ji wan 5 heb jî li Stenbolê di pirtûkxaneyên Topkapi û Suleymaniyeyê de cih digirin.
Pirtûk bi kurtasî bi navê Kitab-ul Hiyel tê zanîn û pirtûk ji 6 beşan pêk tê. Di beşa yekem de der barê çêkirina saetên avê de 10 tarîfên cuda cih digirin. Di beşa duyem de der barê çêkirina hin firaqan 10 terîfên cuda cih digirin. Di beşa sêyem de ji bo çêkirina îbrîk û amûrên dejmêjê û tasan 10 terîfên cuda cih digririn. Di beşa çarem de der barê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê 10 terîf cih digirin. Di beşa pêncem de der barê amûrên ku ava bîren gelek kûr nîn in û an jî ava çemekî zêde bike 5 terîf cih digirin. Di beşa şeşem de der barê şiklên ku naşibin hev û der barê çêkirina wan 5 terîf cih digirin.
Cezerî ji xebatên teorîk bêtir girîngî dida xebatên pratîk û ampîrîk. Her wiha Cezerî dema li ser tiştekî bixebitiya berê dihanî maketa wî amûrî li ser kaxizekî çêdikir û pîvanên geometriyê bi kar dianî. Sedan sal beriya yekem makîneya hesap makîneyeke ku heman rêbazî dixebite çêkiriye. Cezerî tenê li ser pergalên otomatîk nedixebitî û her wiha di navbera pergalên ku otomotîk dixebitin dengeyek avakiriye. Cizîrî 600 sal beriya yekem makîneya kontrola otomatîk tê zanîn ya bi navê Jacquardê, xulamekî otomatîk hatiye çêkirin û li gorî seviyeya avê kengê avê birije û kengê mêwe û avê bide çêkiriye. Cizîrî di hin xebatên xwe de li gorî makîneyên hîdro mekanîk ve di nava pergalan de dengê çêdikir û Cizîrî li ser pergalên ku dikevin nava tevgerê dixebitî. Ji bo vê yekê jî pergalên şamandira û pergalên çerx ku tesîrê li ser hev bikin û bandorî li hev bikin dixebitî.
Piştî pergalên otomatîk ku ji xwe û xwe dixebitin xebateke girîng ya din jî bi hêz avê û basincê ji sûd girtiye û pergaleke ku xwe ji xwe dengeyê çêdike xebateke otomasyon çêkir. Xebateke girîng ya El Cizîrî ya din jî saeta rojê ye. Ev saeta rojê niha hê jî li Hewşa Ulucamiya Amedê disekine. Di vê pergala saetê de saet li gorî rojê tên diyarkirin. Cizîrî bi xebatên xwe ve bingeha sîbernetîk û kompitirê avakir û yekem robot çêkir û da xebitandin. Cizîrî li navçeya dîrokî li Cizirê jiya û li vir jiyana xwe ji dest da.
Çend xebatên ku di pirtûka Kitab-ul Hiyel de cih digirin ev in; kewên otomatîk, saeta bi fîl, kelek û çalgiciyên bi otomatîk li ser avê diçin, du şêxên ku şerbetê didin hev, termoseke ku ji du beşan pêk tê, makîneya otomatîk avê berdide, ziwa dike û îkram dike, çerxa avê ku mekanîzmaya çerxê pêk tê, çerx û dolaba avê, saeta avê û surahiye.
Berhemên wî ev in; Kitab fi ma-’rifat al-Hiyal al-handasiyya, Kitab fi ma-’rifat al-Hiyal al-handasiyya di sala 1206’an de hatiye temamkirin. Kitâb-ül-Câmi Beyn-el-İlmi vel-Amel-in-Nâfî fî Sınâat-il-Hiyel, El Câmi-u’l Beyn’el İlmî El-Amelî’en Nâfi fî Sınâ’ati’l Hiyel (Di çêkirina makîneyan de agahiyên kêr tên û pratîzekirina wan)

0 şîrove:

Post a Comment